Nivîsarên kin

Heke gelekî dirêj bibin ber nivîsarek ji bonî wan werê çêkirin.

  1. Guhartina -i--o- bi -e--i-
  2. Guhartina rayê çûyî bi yekî weke yê niha
  3. Kinkirina gotinên bi ẍ
  4. Mi yan min?
  5. Navdêr ji lêkerên -i-în
  6. Nivîsîna îzafê ji bonî gotinên ẍerîb
  7. Qewetkirina manê
  8. Dengê tişta (dengên tebî'atî)

Guhartina -i--o- bi -e--i-

Guhartina rayê çûyî bi yekî weke yê niha

Danîn û hiştin. Ji ber ko danîn bi -în xilas dibê, em zanin bê rayê wextê çûyî dibê -danî-. Hiştin jî bi -in xilas dibê yanî -hişt-. Rayê wextê niha -dên- û -hêl- e. Lê di hin devokan de rayê wextê çûyî bi yekî weke yê niha re hatiye guhartin. Kesin ji wextê çûyî ya danîn re dibêjê -dêna- yanî "min dêna wir" dibêjin. Vêce ez nizanim ma lêkera "xwerû"/netewandî li gora wan dibê "danîn" yan "dênan". Di hinek devokan de jî hiştin bûye hêlan, wextê niha weke xwe maye lê yê çûyî bûye -hêla- yanî "min hêla". Yek dibînê bê di van lêkeran de rayê wextê çûyî carna ji yê niha re û lêzêdekirina "a" çêdibê.

Kinkirina gotinên bi ẍ

Mi yan min?

ya mi yeya min e
-ê min in
mi dixwestmin dixwest
mi anîmin anî

"Mi" bi gelejmarî re naşuẍilê ji ber ko hingî yek nizanê ma "ê mi ne" yan "ê min e" tê gotin. Ya "ḧeqîqî" min e ji ber ko di zimanên nas de jî wilo ye. Ji ber ko gelekî tê bikaranîn hatiye kinkirin lê şiklê "mi" di zimanê şteẍaliyê de ye, di zimanê nivîskî de "min" divê.

Wextê ko ji 'erebî hatine û bûne lêker, ew dengdêra talî bûye "i", lê navdêr weke cwe maye.

Nivîsîna îzafê ji bonî gotinên ẍerîb

Nivîsîna înglîzî ne li gorî ti tiştî hatiye çêkirin, yek ti carî ji xwendinê nikarê 100% zanibê ma çawa tê gotin. "Crowdsource" bi e re xilas dibê lê weke "krawdsors" tê xwendin. Vêce em li gora deng ("crowdsourceê") yan jî nivîsînê (di hinek devoka de, ne ya mi, "crowdsourceyê") herin? Ez dibêjim ne yek jî. Ber ew "e" bi "ê" re werê guhartin yanî "Crowdsourcê". Bi vî şiklî xwendin jî rast çêdibê nivîsîn jî. "Google" --> Li Googlê bigere.

Qewetkirina manê

Di kurmancî de 3 şikil hene ji bonî biqewetkirina manê. Şiklê pêşî gotineke nêzîk lê bêmane pê ve dikê, gotina dî ne hercar ji ya dî ye. Şiklê duwa jî hema gotinekê dibê. Şiklê siya jî gotineke kinkirî û guhartî ko bi "p" xilas dibê pê ve dikê [Nizanim ma peve tê nivîsandin yan jî veqetandî]. Heke şiklê pêşî hebê, ya duwa û siya nîne, hebê jî ne rast e.

Şikil 1

Şikil 2

Şikil 3

Dengê tişta (dengên tebî'atî)

Guhartina -û bi -wî

Herî talî 08:06, 01 tişrîna paşiyê 2023 hate guhartin.